• Monday, 01 July 2024
logo

Fermandeyekî Pêşmerge: Hemahengiya navbera Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî çalakiyên DAIŞê kêm kiriye

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Fermandeyekî Pêşmerge: Hemahengiya navbera Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî çalakiyên DAIŞê kêm kiriye
Berpirsê hêzên Pêşmerge li mîhwerên bakûr û rojavayê Kerkûkê dibêje, hemahengiyek baş di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî de heye.

Fermandeyê Pêşmerge û berpirsê mîhwerên bakûr û rojavayê Kerkûkê, Nûrî Heme Elî ji BasNewsê re got, li çiyayên Qereçox û Hemrîn û deverên din hemahengiyek baş di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî de heye. Ji ber vê hemahengiyê derbên giran li DAIŞê hatine dan û livîn û çalakiyên DAIŞê gelekî kêm bûne.

Nûrî Heme Elî her wiha got, ez dikarim bêjim hemahengiya di navbera Pêşmerge û hevpeymaniya navdewletî gihîştiye qonaxeka pir baş. Hêzên Pêşmerge berdewam zaniyariyan didin hevpeymaniya navdewletî û ew jî li ser bingeha wan zaniyariyan pêgehên DAIŞê bordûman dikin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman jî, ew tişta ku me nîgeran dike ew e ku hikûmeta Iraqê ti gavekî bo bicîhanîna rêkeftinên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de navêje. Bi taybet di mijara Kerkûk û Şingalê de xemsariyê dike.

Basnews
Top