• Monday, 01 July 2024
logo

Zêdetir ji 1000 kesên din bi Koronayê ketin

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Zêdetir ji 1000 kesên din bi Koronayê ketin
11kesên din canê xwe ji dest dane.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbabsûyî de li serserê Kurdistanê hezar û 129 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 423 kese.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 360 berketiyên berê jî baş bûne û 11 kes jî canê xwe ji dest dane.
Top