• Monday, 01 July 2024
logo

Serokwezîr li gel Ehmed Ebulxeyis civiya

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel Ehmed Ebulxeyis civiya
behsa têkiliyên navbera Kurdistan û welatên Erebî kirin.
Dibêje bila welatên Erebî têkiliyên xwe li gel Kurdistanê pêş de bibin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê Komkara Erebî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro yekşem 11 Nîsana 2021an me pêşwaziya Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyis kir.

Di civînê de giftûgo derbarê rewşa Îraq û têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û welatên Erebî de hate kirin.

Emîndarê giştî yê Komkara Erebî stayîşa rol û pêgeha girîng ya herêma Kurdistanê li deverê de kir ku pêşkeftineke diyar ya abûrî bidest aniye û balkêşande ser vê yekê ku, serdana han bo herêma Kurdistanê peyameke bo welatên Erebî ku lazime di çarçoveya Îraqa fedral de têkiliyên xwe yên li gel herêma Kurdistanê pêş de bibin bi taybetî di warê bazirganî û hêlbirînê de.

Me jî spasiya piştîvaniyên Emîndarê giştî yê Komkara Erebî kir û hêviya vê yekê jî xwest ku Komkara Erebî rola xwe ya girîng bo çareser kirina kêşeyên heyî li Îraqê bilîze.

Me herwiha tekez li ser vê yekê kir ku herêma Kurdistanê dixwaze bibe xwedan baştirîn têkilî li gel welatên Erebî.

Top