• Monday, 01 July 2024
logo

Serokê herêma Kurdistanê li gel Emar Hekîm civiya

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê li gel Emar Hekîm civiya
îro dawî bi serdana xwe bo Bexdayê tîne.
Duhê jî li gel nunera Sekreterê giştî yê NY civiya bû.

Di çarçoveya serdana xwe ya du rojî bo Bexdayê, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê li gel Serokê rewta hikmeya nîştimanî ya Îraqê Emar Hekîm civiya.

Di civîna han de yaku niha jî berdewame, Nêçîrvan Barzanî û Emar Hekîm behsa çend mijarên rojevê bi taybetî têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa giştî ya Îraq û deverê, prosesa siyasiya Îraqê, hilbijartinên pêş yên Îraqê û herwiha hewldanên heyî yên bo çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdaneke fermî çû bû Bexdayê û her duhê li gel Serokwezîrê Îraqê, Serokkomar, Serokê parlementoya Îraqê, nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê civiya bû.

Biryare îro Nêçîrvan Barzanî çend civînên din pêk bîne û pişt re jî dawî bi serdana xwe ya bo Bexdayê bîne.
Top