• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Divê em bi hev re hemû pirsgirêkan çareser bikin

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Divê em bi hev re hemû pirsgirêkan çareser bikin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ragihand, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê tenê li ser budceyê nîne û pirsgirêkên din jî hene û divê em herdu alî bi hev re wan pirsgirêkan çareser bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê di berdewamiya serdana xwe ya bo Bexdayê de, îro piştî ku serdana Tevgera Sedir kir, serdana baregeha şewitî ya PDKê ya li Bexdayê jî kir û di axaftinekê de bo rojnamevanan amaje bi serdana xwe kir û got, “pirsgirêka Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê tenê girêdayî budceyê nîne û divê em bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.”

Peyamnêrê Rûdawê yê li Bexdayê, helkewt Ezîz ji Nêçîrvan Barzanî pirsî, derbarê ew civînên ku îro we pêk anîn, tevahiya aliyan bi giringî behsa wan civînan kirin, bi nêrîna we encam û bandora wan civînan dê çi be? Serokê Herêma Kurdistanê jî di bersivê de ragihand, “ji xwe bi nêrîna min serdana bo Bexdayê bi xwe û civîna li gel berpirsan pêngaveke gelek baş e û baweriya min wiha ye ku divê ew pêwendî berdewam bin.”

Nêçîrvan Barzanî amaje bi pesendkirina budceya 2021 a Iraqê jî kir û got, “Me piştî pesendkirina budceyê bi pêwîst dît ku em vê serdana bo Bexdayê bikin û yekemîn tişt em spasiya fraksyonan bikin. Pirsgirêka Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê tenê girêdayî budceyê nîne, girêdayî maddeya 140 heye, girêdayî Kerkûk û Şingalê û cihên din e. Ya giring ev e, ku em bi hev re çareseran danin jibo tevahiya wan pirsgirêkên ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, bi çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê, Iraq ber bi istiqrara siyasî û emnî ve diçe û her pêşkeftinek di vî alî de di berjewendiya Herêma Kurdistanê de û bi giştî di berjewendiya tevahiya Iraqê de ye.

Li aliyekî din, Felah Mistefa Rawêjakarê Serokê Herêma Kurdistanê jî têkildarî serdanê ji Rûdawê re ragihand, “jibo ku seqamgîrî û pêwnediyeke dirist di navbera Iraqê û Herêma Kurdistanê de hebe, ew serdan giring in. Felah Mistefa diyar kir, civîn û serdnên berdewam jibo têgihîştineke hevbeş û nehîştina pirsgirêkan dibin alîkar.”

Bi gotina Felah Mistefa, Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê dike, ku 18 salan piştî rûxana rejîma Iraqê ya berê, pirsgirêk weke xwe mane, lewma divê Hewlêr û Bexda li ser maseya danûstandinê rûnin û bi awayekê ciddî li ser pirs û pirsgirêkên heyî gotûbêjan bikin û hewl bidin wan çareser bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê bi serdaneke du rojî, ji duh şemiyê 10ê Nîsanê ve çûye Bexdayê û li gel gelek aliyên siyasî yên Iraqê civiyaye. Nêçîrvan Barzanî her li Bexdayê li gel Sekreterê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyt û Nûnera NY li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert jî civiyabû.


Rudaw
Top