• Sunday, 28 July 2024
logo

Xortek bi derbên kêrê û gulle hat kuştin

Xortek bi derbên kêrê û gulle hat kuştin
Li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê kesek bi çek û kêrê êrişî xortekî kir û bi derbên kêrê û lêxistina gulleyekê ew xort kuşt.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Nîveşeva borî kesek bi navê Z.I bi kêrê êrişî xortekî bi navê S.M kiriye û daye ber derbeyên kêrê. Piştre jî gulleyek li sikira wî daye. Xort bo nexweşxaneyê tê veguahstin, lê belê jiyana xwe ji dest dide.”

Serkewt Ehmed herwiha got: “Bûyer di encama hebûna arîşeyeke civakî de derketiye û her çend bikuj naskirî ye, lê belê reviyaye û niha polîs li dû wî digere.”

Rudaw
Top