Li Pênciwênê erdhejeke din pêkhat
![Li Pênciwênê erdhejeke din pêkhat](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/21500458e1efc57b16432df0e1003f75_L.jpg )
Îro 11.04.2021ê rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî li ser tora xwe ya fermî facebookê ragehand, îro 11.04.2021ê demjimêr 10:16ê erdhejek 8 kîlometreyan dûrî Pênciwênê pêkhatiye.
Daxuyaniyê de hat gotin, erdhej bi hêza 3.7 bûye û 12 kîlometreyan di kûrayiya erdê de bûye.
Duh erdhejek 25 kîlometreyan dûrî Akre pêkhat û hêza wê jî 3.2 bû. Herwaha çend roj berî naha jî li Pênciwênê dîsa çend erdhejek pêkhatibûn û yek ji wan bihêzbû û ziyanên madî li dû xwe anîbû.
Basnews