• Monday, 01 July 2024
logo

Li Pênciwênê erdhejeke din pêkhat

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Li Pênciwênê erdhejeke din pêkhat
Rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî amaje bi wê yekê kir ku erdhejeke din li Pênciwênê pêkhatiye.

Îro 11.04.2021ê rêveberiya giştî ya seqanasî û erdhejên herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekî li ser tora xwe ya fermî facebookê ragehand, îro 11.04.2021ê demjimêr 10:16ê erdhejek 8 kîlometreyan dûrî Pênciwênê pêkhatiye.

Daxuyaniyê de hat gotin, erdhej bi hêza 3.7 bûye û 12 kîlometreyan di kûrayiya erdê de bûye.

Duh erdhejek 25 kîlometreyan dûrî Akre pêkhat û hêza wê jî 3.2 bû. Herwaha çend roj berî naha jî li Pênciwênê dîsa çend erdhejek pêkhatibûn û yek ji wan bihêzbû û ziyanên madî li dû xwe anîbû.

Basnews
Top