• Monday, 01 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Ehmed Dilzar mînaka berxwedanê bû

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Ehmed Dilzar mînaka berxwedanê bû
dibêje xizmeteke mezin ya wêjeya Kurdî kiriye.
Serokê herêma Kurdistanê peyameke sersaxî da malbeta Helbestvanê Kurd Ehmed Dilzar.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber koça dawî ya Helbestvan û Têkoşerê Kurd Ehmed Dilzar peyameke sersaxî pêşkêş kir ku, ev jî tekesta peyamê ye;

Mixabin nûçeya koça dawî ya Helbestvan û Têkoşerê navdar yê Kurdistanê Ehmed Dilzar gehêşte me, Dilzarê Helbestvanê mezin, di her du meydana wêje û têkoşîna siyasî de, mînaka berxwedanê û berdewamiyê û bexşînê bûye, tevahiya temena xwe bo xizmeta gelê xwe û ramanên xwe feda kir, li ser asta Kurdistan û Îraqê de jî kesekî navdar bû, bi berhem û helbestên xwe vê hertim di nava me de zindî bimîne.

Sersaxî didim kesûkar û malbeta wî û tevahiya nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê.

Xwedê mezin rehmetî bi ceneta xwe şad bike, aramî bide kesûkarên wî û hevparê xema wanim.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

10, Nîsana 2021an
Top