• Monday, 01 July 2024
logo

Yekemîn roja meha Remezanê li Herêma Kurdistanê hat aşkerekirin

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Yekemîn roja meha Remezanê li Herêma Kurdistanê hat aşkerekirin
Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê îro di konferanseke rojnamevanî de yekemîn roja meha Remezanê aşkere kir û ragihand, roja Sêşemê 13ê Nîsanê yekemîn roja meha Remezanê ye.

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî amaje bi biryara Komîteya Dîtina Mehê ya vê wezaretê kir û aşkere kir, îro Komîteya Dîtina Mehê hîlala heyva Remezanê di asmanê Herêma Kurdistanê de nedîtiye.

Li gor Wezareta Ewqafê, sibe Duşem 12ê Nîsanê tevakerê meha Şebanê ye, lewma roja Sêşemê 13ê Nîsanê dibe yekemîn roja meha Remezanê.

Wezîrê Ewqafê yê Herêma Kurdistanê, Piştîwan Sadiq jî di konferanseke rojnamevanî de bi helkefta hatina meha Remezanê pîrozbahî li misilmanên Kurdistanê kir û got: “Bi vê helkeftê daxwaz ji mamosteyên olî û nimêjkeran dikin ku pabendî rênimayên tendirustiyê bin.”

Wezîrê Ewqafê behsa wê yekê jî kir, tevî pabendbûna bi rênimayên tendirustiyê di meha Remezanê de li Herêma Kurdistanê dê deriyên mizgeftan vekirî bin.

Piştîwan Sadiq herwiha got, “di Remezanê de em duayê dikin jibo ku li Herêma Kurdistanê û tevahiya cîhanê dawî li wê pandemiyê (pandemiya coronayê) bê.”

Her îro Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Coronayê ya Herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê daxuyaniyeke 13 xalî belav kir. Li gor daxuyaniya vê komîteyê, Li Herêma Kurdistanê deriyên mizgeftan dê di meha Remezanê de bên vekirin, herwiha nabe ku nimêja îşa û terawîh ji 35 xûlekan zêdetir be.

Rudaw
Top