• Monday, 01 July 2024
logo

Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya giştî ya çûnûhatinê hat ragihandin

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya giştî ya çûnûhatinê hat ragihandin
Qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji bo hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser ji bo 10 rojan hat ragihandin.

Hevserokatiya Giştî ya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber metirsiya belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê û ji bo berjewendiya giştî, qedexeya giştî ya çûnûhatinê ji roja sibeha roja Sêşemê 13ê Nîsanê û heta roja 22ê Nîsanê tê ragihandin.

Li gor biryarên qedexeyê:

- Hemû deriyên sînorî yên Rêveberiya Xweser tên girtin, tenê ji bo haletên mirovî dê vekirî bin.

- Di dema qedexeyê de, dukanên xwarin û sewzeyan dê ji demjimêr 8ê sibê û heta 5ê êvarê vekirî bin.

- Rê ji bo cotkar û karkeran tê dayîn bi girtina rêkarên tendirustiyê biçin karên xwe.

- Nexweşxane, dermanxane, rêxistinên mirovî, rojnamevan, firne û benzînxane, derveyî biryara qedexeyê ne.

- Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di heyama qedexeyê de tên girtin, ji bilî saziyên taybet ên pêwîstî bi karê wan heye, dê di karê xwe de berdewam bin.

- Divê hemû welatî pabendî bikaranîna maskan û rêkarên tenduristiyê bibin.

K24
Top