• Monday, 01 July 2024
logo

Serok Barzanî li gel Emîndarê giştî yê Komkara Erebî civiya

Gulan Media April 11, 2021 Nûçe
Serok Barzanî li gel Emîndarê giştî yê Komkara Erebî civiya
behsa gef û metirsiyên terorê hate kirin.
Dibêje lazime Îraq bidûr ji destwerdanên derekî kêşeyên xwe çareser bike.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Emîndarê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebulxeyis û şanda pê re kir.

Di civînê de şanda mêwan armanca serdana xwe ya bo Îraqê û naveroka civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên Îraqê bo Serok Barzanî şîrove kir.

Ebulxeyis hêviya vê yekê xwest ku Îraq bikarêbe bidûr ji destwerdanên derekî kêşeyên navxweyî yên xwe çareser bike û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina têkiliyên navbera welatên Erebî û Îraqê kir.

Di berdewamiya civîna han de her du alî nêrînên xwe yên derbarê metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê, bihevre jiyan û girîngiya cîhbicîh kirina pirensîbên hevbeşiyê di her warekî de kirin.

Gef û metirsiyên teror û hizira tundreviyê li ser Îraq û welatên din yên deverê mijareke din ya civînê bû.
Top