• Monday, 01 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Ev destkeftek e!

Mesrûr Barzanî: Ev destkeftek e!
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di kongreyeke rojnamevanî de, ragihand ku budce hatibû siyasîkirin û derbaskirina budceya 2021 jî wek destkeftek bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê binav kir û derbarê birîn mûçe jî got, “Karê herî li pêş me dabînkirina mûçe ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê, piştî civîna Encûmena Wezîran, di kongreyeke rojnamevanî de behsa pesendkirina budceya 2021 a Iraqê ku ev heyamek bû gotûbêj li ser berdewam bûn û dawîn pêşhatên siyasî kir.

Mesrûr Barzanî derbarê mijara budceyê de tekez kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemû erkên li ser milên xwe bo cîbicîkirina budceyê pêk bîne.”

Serokwezîrê Herêma daxwaz ji Bexdayê jî kir ku ew jî pabendî yasayê budê bin û erkên xwe cîbicî bikin.

Tê nûkirin...

Top