• Monday, 01 July 2024
logo

Ziyanên erdheja duh a li sînorê Merîwanê aşkera bûn

Ziyanên erdheja duh a li sînorê Merîwanê aşkera bûn
Li gor gotinên rêveberê krîzên parêzgeha Sine, ji ber erdheja duh êvari li sînorê Merîwanê nêzîkî 300 xaniyan û 23 gundan zerer dîtine û 9 kes jî birîndar bûne.

Vê derbarê de Mihemed Felahî ji malpera Fars re ragehand, 9 kesên rûniştvanên gundên Merîwanê di dema erdhejê de birîndar bûne û 297 xaniyên hemwelatiyan ên 23 gundan jî ziyan dîtine.

Li gor zanyariyên navenda erdhejiya Îranê şeva borî demjimêr 19:42ê erdhejek bi hêza 5.3 li sînorê Merîwanê pêkhat.

Navenda erdhejê 24 kîlometriyan ji Merîwanê, 27 kîlometreyan ji Çinare û 98 kîlometreya dûrî Sine bûye.

Erdhej li bajarên Sine, Sewlawa, Seqiz, Bane û Dîwandere û li herêma Kurdistanê jî li Pênciwênê hest pê hate kirin.

Basnews
Top