• Sunday, 28 July 2024
logo

Ji bo jinan 2 projeyên giring

Ji bo jinan 2 projeyên giring
Ajansa Çareserkirina Pirgirêkên Jinan a rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) li gel Rêveberiya Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan a Herêma Kurdistanê, ji bo jinên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û herwiha jinên ku gef li wan tê xwarin, du projeyan pêktînin.

Herdu proje li ser daxwaza Rêveberiya Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan a Herêma Kurdistanê, hatiye amadekirin û biryare di nav 2 sal û 6 mehan de were cîbicîkirin.

Li bajarên Herêma Kurdistanê çend navendên parastina jinan hene ku jinên ji aliyê malbatên xwe ve tên tehdîtkirin, dihewîne. En navend girêdayê Wezareta Karûbarên Civakî ye. Erkê veguhestina jinan jî li ser Rêveberiya Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan e.

Lê ji ber krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê, karê veguhestina jinên rûbirûyê gef û tundutijiyê dibin jî bi başî nayê kirin.

Berdevkê Rêveberiya Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan a Herêma Kurdistanê Arî Refîq ku di heman demê de berpirsê pêkanîna herdu projeyan e ji Rûdawê re ragihand ku Ajansa Çareserkirina Pirgirêkên Jinan a NY, li gel Rêveberiya Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan a Herêma Kurdistanê, du proje ji bo jinan amade kirine.

Refîq diyar kir ku dê ev proje di sê qonaxan de bên cîbicîkirin û got:

“Qonaxa yekemîn ji bo 6 mehên dawî yên 2016ê ne. Proje taybet e ji bo veguhestina jinên rûbirûyê gefan û tundutîjiyê bûne. Di vê qonaxê de, dê ji bo veguhestina jinên di navendan de alîkariya madî bê kirin. Ji ber ku li navendên bajarên Kurdistanê gelek jin hene ku ji ber gefa malbat û xizmên xwe, pêwîste ji bo navendên din bên veguhestin û ji bo vê jî bûdce pêwîste. Di vê krîzê de hikûmet nikare weke pêwîst alîkariya me bike. Lewma NY hevkariya me dike.”

Bi giştî 6 navendên rêveberî, 29 nivîsîngeh û 22 tîmên mobîl ên Rêveberiya Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan a Herêma Kurdistanê hene. Di nav rêveberiyan de şêwirmendiya malbatan heye û herwiha tîmên mobîl bi berdewamî di nava kampên koçberan de kar dikin.

Arî Refîq daxuyand ku qonaxên duwem û sêyem ên van projeyan jî dê di salên 2017 û 2018ê de bên cîbicîkirin û wiha axivî:

“Ev herdu qonax jî di nav kampên koçberan de tê birêvebirin ku taybet e ji bo jinên ji ber destê DAIŞê revîne û hatine rizgarkirin. Di qonaxa yekemîn de dê alîkariya derûnî, tendrustî, yasayî û civakî pêşkeşê wan jinan bikin."

Berdevkê Rêveberiya Tekoşîna Li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan da zanîn ku di qonaxa sêyem de jî ji bo guvaşa derûnî ya li ser jinan bê kêmkirin, dê derfetên kar ji bo wan bên peydakirin.

Piraniya wan jinên ku ji destê DAIŞê rizgarbûne, xwedan çîrokên bi êş û dijwar in ku zehmete zû bi zû jibîr bikin.

Arî Refîq diyar kir ku ew bi pêkanîna van projeyan dixwazin ji bo normalkirina jiyana wan pêngavekê biavêjin.

Di meha Nîsana îsal jî Civata Bilind a Karûbarên Jinan a Herêma Kurdistanê û Konsolxaneya Brîtanyayê ji bo alîkariya keç û jinên ku rastê tundutîjiyê tên û bi taybet jî ew ên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, protokolek îmzekiribûn.

Li gor vê protokolê ji bo alîkariya derûnî, tendurustî û yasayî ya van jinan dê Konsolxaneya Brîtanyayê hevkariya Civata Bilind a Karûbarên Jinan bike û herwiha di warê danûstandina li gel wan de jî rahênan û alîkariya perwerdeyê bide.

Top