• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiyê derbarê Mezlûm Kobanî û serkirdeyên PKKê de biryarek derxist

Tirkiyê derbarê Mezlûm Kobanî û serkirdeyên PKKê de biryarek derxist
Hikûmeta Tirkiyê dest danî ser mal û milkên 377 kesan ku di nav wan de navên serkirdeyên PKKê, rêveber û endamên Cemaeta Fethullah Gulen, rêxistinên DHKP-C û DAIŞê hene. Navê General Mezlûm Kobanî jî di wê lîstê de heye.

Ew biryara destbisergirtina mal û milkên 377 kesan ku ji aliyê Wezareta Xezînê ya Tirkiyê ve hatiye derxistin, di Rojnameya Fermî de hat belavkirin û ket warê cîbicîkirinê.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, navên serkirdeyên pilebilind ên PKKê Murat Karayilan, Alî Haydar Kaytan, Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Hulya Oran û Fehman Huseyîn ê bi nasnavê Bahoz Erdal jî di wê lîsta Wezareta Xezînê de hene.

Jibilî serkirdeyên PKKê, navê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî jî di wê lîstê de heye ku Tirkiyê siza bi ser de sepandiye.

Navê Fethullah Gulen û endamên cemaeta wî ku Tirkiye wek “FETO” binav dike, Hamdi Akin Îpek, Ekrem Dumanli, Hidayet Karaca, Abdullah Aymaz, Ahmet Kurucan, Cemal Uşak, Cevdet Turkyolu, Mustafa Ozcan, Mustafa Yeşîl, Onder Aytaç û Şerîf Alî Tekalan jî di wê lîstê de hene.

Di nav kesên dest danîn ser mal û milkên wan ên li Tirkiyeyê de 9 jî endamên DHKP-Cê û 86 kes jî endamên DAIŞê bûn.

Herwiha di nav wê lîsta Wezareta Xezînê ya Tirkiyê de 9 endamên rêxistina DHKP-C û 86 endamên DAIŞê jî hene.

Rudaw
Top