Li Brezîlyayê di 24 demjimêran de zêdetir ji 4 hezar kesan bi vîrusa koronayê mirin
Li gor amarên wezareta tenduristiya Brezîlyayê di 24 demjimêrên borî de 86 hezar û 979 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tomar kirin û bi giştî jî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li Brezîlyayê geheşt 13 milyon û 100 hezar û 580 kesan.
Hat ragehandin di 24 demjimêrên borî de 4 hezar û 195 pêketiyên vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara kesên ji ber pêketina bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dane geheşt 336 hezar û 947 kesan.
Li gor wezareta tenduristiya Brezîlyayê heta naha 11 milyon û 558 hezar û 784 pêketiyên vîrusa koronayê jî baş bûne.
Basnews