• Monday, 01 July 2024
logo

Rêveberiya Xsweser zêdekirina mûçeyê fermanberan gotûbêj kir

Rêveberiya Xsweser zêdekirina mûçeyê fermanberan gotûbêj kir
Rêveberiya Xweser zêdekirina mûçeyê fermanberan û nehiştina buhabuna di bazaran de gotûbêj kir.

Desteya Serokatiya Encûmena Cîbicîkar ya Rêveberiya Xweser di civînekê de mekanîzmaya peydakirina kelûpelên serekî yên xelkê weke ard, nan, xaz, gaz û hemû corên din yê sotemeniyê gotûbêj kir.

Li gor daxuyaniya civînê, divê bi rêya çalakkirina dezgeha dabeşkirina xwarin û çavdêrîkirin û kontrolkirina nirxan, berjewendiyên xelkê bêne parastin.

Di civînê de zêdekirina mûçeyê karmendan li saziyên Rêveberiya Xweser li gor şiyanên wê yên darayî hat gortûbêjkirin.

Herwiha di dawiyê de behsa rewşa tendirustî hat kirin û tekezî li ser girîngiya rêkarên xweparastinê û belavkirina hişyariyê hat kirin.

Rudaw
Top