• Monday, 01 July 2024
logo

Qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin

Qedexeya çûnûhatinê li Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
Ji ber belavbûna zêde ya vîrûsa Koronayê, Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê pêşniyaza qedexeya çûnûhatinê ya sînordar datîne pêş Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê Dr. Aso Hewêzî eşkere kir, kesên ku niha nîşaneyên giran ên vîrusa Koronayê lê hene, zêdetir zarok û ciwan in.

Diyar kir jî, nexweşxane tijî nexweşên Koronayê bûne ne kesên ku rewşa wan a tenduristiyê xirabtir dibe jî zêde bûne.

Da zanîn jî, Wezareta Tenduristiyê hişyariya rewşê da û qedexekirina çûnûhatina sînordar ji Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê re pêşniyaz kir.

Dr. Aso aşkere kir, “Em ne bi girtina û kerentînekirina ti cihekî re ne, lê ji ber belavbûna Koronayê û zexta li ser sektora tenduristiyê û pabendnebûna xelkê bi rêkar û rênimayên xweparêziyê, hiştiye ku em pêşniyaza qedexekirina çûnûatinê bikin."

Ji aliyekî din ve, Rêveberê Nexweşxaneya Rojava li Hewlêrê ku nexweşên Koronayê tê de tên dermankirin diyar kir, rewşa gihîştiye asteke metirsîdar û beşên çavdîriyê yên nexweşxaneyê jî tijî nexweş bûne û êdî cih nemaye ti nexweşên din werbigirin.

Bi biryara Komîteya bilind a Rûbirûbûna Koronayê, çûnûhatin di navbera parêzgehên Herêmê û Iraqê de hatiye ragihand û niha du pêşniyazên Wezareta Tendirustiyê ji bo kontrolkirina rewşê hene û danîne ber Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê.

K24
Top