• Monday, 01 July 2024
logo

Hevşaredara berê ya Qersê hat azadkirin

Hevşaredara berê ya Qersê hat azadkirin
Hevşaredara berê ya Qersê Şevîn Alaca hat azadkirin.

Hevşaredara berê ya Qersê Şevîn Alaca bo cara sêyem derket pêşberî 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê.

Şevîn Alaca ku bi “endamtiya rêxistinê” dihat tometbarkirin, ji Zindana Amedê bi rêya Sîstema Deng û Reng (Segbis) beşdarî rûniştina dadgehê bû.

Di encama rûniştina sêyem de heyeta dadgehê biryara azadkirina Şevîn Alaca da.

Roja 2ê Cotmehê li şûna Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen ku li ser lîsta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bûbûn şaredar, qeyûm hatibû danîn.

Roja 8ê Cotmehê jî Şevîn Alaca li gel 15 kesên din ên endam û alîgirên HDPê, bi tometa “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin.

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen jî di çarçova “lêpirsîna Kobaniyê” de hatibû girtin.

Rudaw
Top