• Monday, 01 July 2024
logo

Artêşa Tirkiyeyê çend gund li Dêrelûkê bordiman kir

Artêşa Tirkiyeyê çend gund li Dêrelûkê bordiman kir
zirarên mezin ber bax û rezên wan gundan ketine.
Jiber hebûna gerîlayên PKKê ev gund hatine bordiman kirin.
Peyamnêrê Kurdistantv yê li Amêdiyê ragihand ku îro danê nîvroyê careke din balefirên Tirkiyeyê jiber hebûna gerîlayên PKKê, çend gundên ser bi devera Dêrelûkê bi tundî bordiman kirine.
Peyamnêrê me diyar kiriye ku heta niha derbarê zirarên canî yên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin, lê di encama bordimanê de zirarên gelek mezin ber wan gundan û baxên li deverê ketine.
Top