• Monday, 01 July 2024
logo

New York Times: Îsraîlê keştiyek leşkerî ya Îranê kir armanc

New York Times: Îsraîlê keştiyek leşkerî ya Îranê kir armanc
Demjimêrek piştî êrîşa ser keştiyekî ser bi sipaha pasdarên Îranê, rojnameya New York Times bi zimanê berpirsekî Amerîkî ve belav kir ku Îsraîlê, Amerîka ji êrîşa ser keştiya Sawîz a Îranê ya li Derya Sor agahdar kiriye.

Şeva borî çapemeniya Îsraîlê û tora medyayî ya El Erebiye belav kir ku kesên nenas li Derya Sor û nêzîk peravên Yemenê keştiyekî leşkerî ya ser bi sipaha pasdarên Îranê kirine armanc.

Vê derbarê de New York Times radigehîne ku di demekî êrîşa ser keştiyekî leşkerî ya Îranê ya li Derya Sor belav bûyî de, wan rojane di çapemeniyê de wek destpêka danûstanên ne rasterast ên Îran û Amerîkayê li Viyana tê kirin û armanca wan guftûgoyan jî vejandina rêkeftina atomî ya li gel Îranê ye.

Li gor heman çavkaniyê keştiya Sawîz, herçend ji aliyê teknîk ve wek keştiyekî barhelgir tê hejmartin jî, lê wisa diyare ev yekem keştiya leşkeriye ku di pevçûnên navbera Îsraîl û Îranê de dibe armanc.

Malpera Tesnîm a ser bi sipaha pasdarên Îranê jî ragehand, li gor zanyariyan keştiya Sawîz ji ber teqîna hin mayînan di bedena wê de rastî ziyanên mezin hatiye.

Tora medyayî ya Kan a Îsraîlê jî vê derbarê de di raportekî de aşkera kir, encamderên êrîşa ser keştiya Îranê peyamekî taybet dane Îranê.

Basnews
Top