• Sunday, 28 July 2024
logo

Dayika 3 zarokan agir berda canê xwe

Dayika 3 zarokan agir berda canê xwe
Dayika 3 zarokan Gelawêj Şerîf, li hewşa mala xwe agir berda bedena xwe û li nexweşxaneya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Roja 20ê Tîrmehê, li nahyeya Erbet a ser bi bajarê Silêmaniyê, dayika 3 keçan Gelawêj Şerîf a 37 salî, li nav hewşa mala xwe agir berda bedena xwe.

Gelawêjê, ji ber giraniya birînên xwe, êvara heman rojê li Nexweşxaneya Emergency ya Silêmaniyê, jiyana xwe radest kir.

Derbarê mijarê de çavkaniyekê ji polîsên Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand: “Li gor lêkolînên destpêkê, eşkere bûye ku Gelawêjê xwe şewitandiye. Xizmên wê jî dibêjin ku nexweşiyên wê yên derûnî hebûne. Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.”

Dayika Gelawêjê, Leylî Salih, bi xembarî behsa bûyerê kir û got: “9 sal beriya niha, dema keça duwemîn a Gelawêjê ji dayik bû, nexweş ket. Li ser hişê xwe ve diçû. Me ew bire gel doxtoran û şêxan. Derman bikardianî.”

Li gor gotina dayikê, sale carekê vê nexweşiyê Gelawêj digirt û wiha behsa wê yekê kir: “Her sal mehekê ev nexweşî digirt û digot sere min giran dibe. Nedikarî ji cihê xwe bilive. Lê paşî baş dibû. Par jî di meha Nîsanê de ev nexweşî girt.”

Leylî dibêje îsal jî dema ev nexweşî girtiye, her roj çûye gel keça xwe heta ku hevjînê wê ji kar vegeriyaye malê. Lê roja beriya bûyerê neçûye gel wê û bi telefonê axiviye, Gelawêjê jî gotiye ku rewşa wê baş e.

Dayika Gelawêjê li nexweşxaneyê keça xwe dîtiye û li gel axiviye. Leylî got: “Min dît hemû bedena wê şewitîbû. Doxtor jê pirsî ka ji ber çi xwe şewitandiye. Wê jî got ku ne ji ber ti kesan. Hema çavê min li zarokê min ket û paşî agahiya min ji xwe nema.”

Malbata Gelevêjê li ser bûyerê li dijî ti kesî giliyek tomar nekirine. Ew dibêjin hevjînê wê ne berpirs e. Ti kes jî li gel de nebûye. Li gor gotina malbatê, yekem care ku Gelawêj hewla xwekuştinê dide.

Di meha Tîrmehê de, li Erbetê keçek din ê 19 salî yê xwendevan, ji ber di ezmûnan de encamek baş bidest nexistibû, xwe şewitandibû.

Rudaw
Top