• Monday, 01 July 2024
logo

Herêma Kurdistanê zanayekî mezin ji dest da

Herêma Kurdistanê zanayekî mezin ji dest da
Bijîşkê pisporê neştergeriya giştî û mamosteyê zanîngehê yê li fakulteya tibê, Prof. Dr. Teyîb Sabir bi koronayê koça dawî kir.

Prof. Dr. Teyîb Sabir yekem bijîşkê Kurd bû ku li ser asta Iraqê rûmeta navê ezmûnkarê navdewletî li welatê Brîtanyayê li Royal College wergirtibû.

Li ser koça dawî ya Prof. Dr. Tayîb Sabir, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî peyameke sersaxiyê belav kir û ragihand: “Herêma Kurdistanê zanayekî mezin ê bijîşkî ji dest da.”

Saman Berzincî diyar kir: “Xwedê jêrazî, bijîşkekî dilsoz û pêşeng û navdar ê Nexweşxaneya Rizgarî ya bajarê Hewlêrê bû, gelek bi ked û mirovdostî, bi rêk û pê xizmeta bijîşkî dikir û bi hezaran neştergerî ji bo çareseriya nexweşiyan encam dane û xizmeteke mezin di warê perwerdekirina bijîşkên pispor de kiriye.”

K24
Top