• Monday, 01 July 2024
logo

Parêzgerê Hewlêrê û konsolê giştî yê Almanyayê helmetekî xweparastina ji koronayê ragehandin

Parêzgerê Hewlêrê û konsolê giştî yê Almanyayê helmetekî xweparastina ji koronayê ragehandin
Bi armanca parastina selametiya canê hemwelatiyan ji vîrusa koronayê û hewldan bo kêm kirina pêşketina wê şewbê li Hewlêrê helmeteke hişyariya xweparastina ji koronayê hate destpê kirin.

Îro 06.04.2021ê parêzgerê Hewlêrê û konsolê giştî yê Almanyayê li herêma Kurdistanê helmetekî hişyariyê bo xweparastina ji vîrusa koronayê li pêş qaymeqamiya Hewlêrê ragehand, di dema destpê kirina helmetê de parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand: ‘’Li gel hemû tedbîrên hikûmeta herêma Kurdistanê bo tekoşîna hember vîrusa koronayê jî, lê rojane pêketina bi vîrusa koronayê û mirin zêde dibin. Ji ber wê em di pêngava dawiyê de hemû hatûçûn li gel parêzgehên Iraqê ragirt. Îro em vê helmetê radigehînin, hêviya selametî bo hemwelatiyan dixwazin, lê em daxwaz dikin hîn pêbendbin bi rênmayiyan û xwe biparêzin.’’

Herwaha got: ‘’Em derveyî wê pêngavê jî waye helmeta hişyarî û dabeş kirina maske encam didin. Hem bi vê şiyana xwe ya heyî ve, berdewam ew alîkarî digehin dest me, wek vê helmeta îro ku bi alîkariya Almanya birêve diçe.’’

Helmeta îro hatiye ragehandin pêktê ji dabeş kirina maske û madeyên paqijiyê li ser kasibkarên nav bajarê Hewlêrê.

Basnews
Top