• Monday, 01 July 2024
logo

Hunermendekî navdarê tirk: CHP ji pirsgirêka kurd ditirse!

Hunermendekî navdarê tirk: CHP ji pirsgirêka kurd ditirse!
Hunermendê bi navûdeng yê Tirkiyê, Fazil Say rexne li Partiya Komarî ya Gel (CHP) girt û got: “Hûn ji desthiltê û ji mesela kurd ditirsin!”

Nivîskar û piyanîstê tirk, Fazil Say ku wek alîgirekî CHPê tê naskirin, li ser hesabê xwe yê înstagramê bi sernavê “Bo CHPê rexneyeke biçûk” peyamek belav kir. Fazil Say di peyama xwe de gotiye: “Ez kengê di televîzyona Halk TVê de nîqaşekê temaşe bikim, kengê li dikanekê ji dûr rastî manşeta rojnameya Sozcuyê werim, kengê kesekî CHPyî di kanalekê de dibînin diaxive; tim heman tiştan hîs dikim; Tirs, Tirs, Tirs…”

Say di peyama xwe de amaje bi wê yekê dike ku tirs ji bo serkevtinê tiştekî xirab e û dibêje: “Tirs ji xwe destpê dike. Mixabin berovajoyê hezkirinê ye û kesên ne wêrek be, nikarin hez jî bikin. Hûn nikarin bi ser bikevin birayê min! Hûn ji serkeftinê jî ditirsin! Hûn ji desthilatê ditirsin. Hûn ji gihiştina nifşê nû, ji pirsa Kurd a 40 salî ditirsin.”

Di berdewamiya rexneyên xwe de Say dibêje: “Hûn bi van tirsên xwe dê nekarin sekularîzmê biparêzin. Kesê sekularîzmê neparêze dê berevaniya mafê jinan bike? Pandemî, ev şaşî, rewşa Tirkiyê; û her tişt… Jixwe we qet Ataturk fam nekiriye, hûn 100 salan li paş Ataturk in. Weke sala tirsê ji 100 salan li paş sala ronahiyê tên. Atatkur îro gelek li pêş we ye, çimkî ew neditirsa. Tirs bi salên ronahî tê pîvan.”

Piyanîstê tirk herwiha dibêje: “Hûn di serdema tirsê de ne, mixabin hûn bi vê yekê bandorê li ser me jî dikin û me dihelînin. Ev tirs dibe sedem ku hûn li vî welatî hêviyê nedin gencan û jinan. Ez tenê vê yekê pêşniyar dikim, kesên ku hejmara kesên ku netirsin di nav xwe de zêde bikin. Hejmara jin û xortên wêrek zêde bikin. Dest ji tirsê berdin. We xwe asê kiriye, wan xem û kulan li ser xwe bavêjin. Nefesekê hildin. Nefes. Baweriyê bidin.”

Rudaw
Top