• Monday, 01 July 2024
logo

Hevpeymaniya Fetih: Berdewam dibin li ser hewlên xwe bo kêm kirina buhayê dolar

Hevpeymaniya Fetih: Berdewam dibin li ser hewlên xwe bo kêm kirina buhayê dolar
dibêje ev biryar zirarê dide xelkê Îraqê.
Hikûmet û bankaya navendî buhayê dolarê bilind kiribûn.

Piştî ku hikûmeta Îraqê û bankaya navendî bi hevbeşî biryar dan daku buhayê dolarê li hember dînara Îraqî bilind bikin, nerazîbûnên aliyên siyasî jî li hember biryara han zêde bûn.

Di vê çarçoveyê de hevpeymaniya Fetih ya di nava parlementoya Îraqê de diyar kiriye ku ev li dijî vê biryarê ne û hewlên wan yên bo kêm kirina buhayê dolarê berdewam dibin.

Hevpeymaniya Fetih eşkere kiriye ku kêm kirina buhayê dînar li hember dolar zirarê dide xelkê Îraqê û abûriya Îraqê lewre lazime buhayê dolarê li hember dînarê dîsa were kêmkirin.
Top