• Monday, 01 July 2024
logo

Li Eyn Îsa di navbera HSDê û grûpên çekdar de şer derket

Li Eyn Îsa di navbera HSDê û grûpên çekdar de şer derket
Li gundewarê bajarokê Eyn Îsa yê Rojavayê Kurdistanê,şer û pevçûnên dijwar di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê de derketin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de bi çekên cor bi cor li nêzîk gundê Seyda ku hêla rûbirûbûn û temasê di navbera wan de ye, çêbûye.

Di heman demê de, topxaneya giran a artêşa Tirkiyê derdora wêstgeha el-Nexîl a bênvedanê û riya M4 li bakurê rojavayê bajarokê Eyn Îsa li bakurê parêzgeha Reqayê kirin armanc.

Heya niha tu zanyarî derbarê encam û ziyanên şer û topbaranê de nehatine zanîn.

Ew demeke dirêj e êrişên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bo ser bajarkê Eyn Îsa berdewam in.

Eyn Îsa di jêr kontrola HSDê de ye, lê Tirkiye û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve hewl didin, wî bajarokî kontrol bikin.

Eyn Îsa tevî giringiya xwe ya stratejîk a ji aliyê leşkerî ve, ji aliyê siyasî ve jî giringiya xwe heye ji ber ku bi fermî navenda Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê ye.

Rudaw
Top