• Monday, 01 July 2024
logo

12 jinên Kurd li hêviya îdam kirinê ne

12 jinên Kurd li hêviya îdam kirinê ne
li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê girtîne.
Ji aliyê rejîma Îranê ve têne îdamkirin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku vê rejîma Îranê 12 jinên Kurd yên girtî îdam bike.

Hengawê di raporta xwe de behsa vê yekê kiriye ku ev 12 jinên Kurd bi tawana kuştina bi zanebûn niha li girtîgeha Urmiyeyê girtîne.

Hengawê eşkere kiriye ku cezayê darvekirinê bo wan 12 jinan hatiye dayîn û niha li girtîgeha li girtîgeha Urmiyeyê li hêviya cîhbicîh kirina biryara dadgehê û îdam kirina xwe ne.
Top