• Monday, 01 July 2024
logo

Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê: Naha Heşdî Şeibî Husêniyeyan ava dike

Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê: Naha Heşdî Şeibî Husêniyeyan ava dike
Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê diyar kir vê dawiyê bi yekcarî rewşa Şingalê aloz bûye û got, piştî rêyek ji Pakistanê ber bi Îran û Besrayê hat û naha ber bi Şingalê ve jî tê û ev rêyeke stratejîk a aboriye û eger neyê girtin dê rewş xirabtir bibe.

Berpirsê baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Qadir Qaçax ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha Husêniyeyan (Mizgeftên şîeyan) ava dikin. Herwaha wan nîşanan datînin ku heta Şamê biçin wê rêyê bikarbînin. Ji ber wê jî rêkeftina bo Şingalê hatiye kirin bi çi rengekî nahêlin bicîhbê. Ji ber bo biryar û kiryar divê mirov li gel yek be, dema got nabe nûnerên Netewên Yekbûyî û hikûmeta herêma Kurdistanê di nav rêkeftinê de bin bo bicîhanînê, diyare hertişt ji xwe ye tenê hibre li ser kaxezekî.’’

Herwaha got: ‘’Hikûmeta nikare wê biryarê û ti biryarên din bicîh bîne, ji ber destê Heşdî Şeibî de ye. Heta desthilat destê Heşdî Şeibî de be Şingal nayê rizgar kirin.’’

Qadir Qaçax got: ‘’Tirkiye jî gefan li Şingalê dixwe, hemû grubên çekdar ên nav Şingalê de dixwazin Tirkiye bê bo Şingalê, lê tenê bila kurd nevegerin Şingalê û hikûmeta rewa ya xelkê Şingalê deng dayê bila nevegere Şingalê daxwaza wan ev e. ji ber wê jî ew grub dixwazin Tirkiye bikeve Şingalê.’’

Basnews
Top