RAPIRSÎ - Baweriya %60ê xelkê bi aboriya Tirkiyê nemaye
![RAPIRSÎ - Baweriya %60ê xelkê bi aboriya Tirkiyê nemaye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/572124Image1.jpg )
Li gor rapirsiyê, baweriya ji sedî 60ê xelkê ji ber guhertina çar serokên Banka Navendî ya Tirkiyê di hundirê 21 mehan de, bi şiyana hikûmetê nemaye di mijara rêvebirina aboriya welat û başkirina rewşa aboriya Tirkiyê de.
Di beşekî din ê rapirsiyê de pirs hatiye kirin gelo di çarçoveya bilindbûna berdewam a bihayê kelûpelan de li bazarê, rêjeya enflasyonê di çi rewşekê de ye? Di encamê de nerîna xelkê wiha bûye ku rêjeya enflasyonê di navbera %40 heta %46an de ye.
Her li gor rapirsiyê, %63.1ê xelkê di wê baweriyê de ne ku hikûmet bo veşartina şikestinên xwe yên di warê aborî û siyasî de, hewara xwe dighîne rojevkirina mijarên asayîşa niştimanî, destêwerdana derve, provokasyon, têkdana rewşa navxwe ya Tirkiyê û desteserkirina xelkê.
Herwiha %52.3ê xelkê dijî biryara vekişîna hikûmeta Tirkiyê ne ji Peymannameya Stenbolê ya dijî tundûtûjiya beramber jinan û tundûtûjiya nav malbatê.
Rudaw