• Sunday, 28 July 2024
logo

Li paytext erebekî xwe xeniqand

Li paytext erebekî xwe xeniqand
Li Taxa Birayetî ya paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê welatiyekî Ereb xwe xeniqand.

Polîsê Hewlêrê îro yekşemiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, welatiyekî temen 53 sal ê Ereb li Taxa Birayetî ya bajarê Hewlêrê xwe xeniqandiye.

Li gorî daxuyaniya polîs, hêzên polîs saet 14:00ê îro ji bûyerê hatine agahdarkirin û piştre tîmeke polîs gihîştiye cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kiriye.

Piştî encamdana lêkolînên destpêkê derketiye holê ku welatiyekî Ereb ê 53 salî bi bendikekê xwe xeniqandiye û dawî bi jiyana xwe aniye.

Polîsê Hewlêrê herwiha da xuyakirin, dosya bo vê bûyerê hatiye vekirin û piştî lêkolînên berfirehtir derketiye holê ku wî kesî nexweşiya derûnî (psykolojîk) hebûye.

Rudaw
Top