• Monday, 01 July 2024
logo

Demîrtaş û SP daxwaza du hevpeymaniyên nû dikin

Demîrtaş û SP daxwaza du hevpeymaniyên nû dikin
aliyên siyasî xwe bo hilbijartinan amade dikin.
Demîrtaş dibêje bila hevpeymaniya demokrasî were avakirin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku ev çend sale girtiye, nameyek ji HDPê re şandiye û daxwaz kiriye ku bo têk birina faşîzima AKP û MHPê li gel aliyên din yên Tirkiyeyê bi taybetî aliyên demokrasîxwaz, hevpeymaniya sêsiyan ava bikin û navê hevpeymaniya han jî bikin hevpeymaniya demokrasî.

Ji aliyeke din ve Serokê partiya Seadetê Temel Keremolaoglû jî ragihandiye ku AKP û MHP tenê kar bo tîje kirina birîkên xwe dikin û dixwazên dengên xwe zêde bikin lê xelkê Tirkiyeyê birçiye û nizane çawe pêdiviyên xwe yên jiyana rojana dabîn bike, lewre partiya SP jî li gel xelkê Tirkiyeyê ye û bo çareser kirina kêşeyên xelkê hewl bo ava kirina hevpeymaniyek bi navê hevpeymaniya dabîn kirina pêdiviyên jiyanê, dide.

Ji aliyeke din ve zextên hevpeymaniya cumhur ( AKP û MHP) li ser hevpeymaniya Millet ( SP, IYP û CHP) berdewamin û dixwaze ev hevpeymaniya han lawaz bike daku di hilbijartinan de nikaribe dengên zêde bidest bîne.

Top