Hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de hat rawestandin
![Hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê de hat rawestandin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1617653412HAWLER-POLICE8.jpg )
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, hatûçûna navbera parêzgehên Herêmê û parêzgehên Iraqê tê rawestandin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku ajans û rêxistinên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navdewletî, Hevpeymaniya Navdewletî, dîplomat û şandên fermî, welatiyên ku nişteciyên Herêma Kurdistanê ne, kesên nexweş ku pêwîstiya wan heye li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tedawî bibin, bazirgan û veberhêner li derveyî vê biryarê ne.
Hat ragihandin ku karê bazirganî dê di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê de berdewam bibe tevî liberçavgirtina hemû rêkarên xwepêraziyê.
K24