Jiyana zarokên Helebê di metirsiyê de ye
![Jiyana zarokên Helebê di metirsiyê de ye](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/234654Image1.jpg )
Heman çavkaniyê got: “Hemû kereste û made ketine bin bandora rewşa xirab li vê deverê. Ji wan jî şîrê zarokan, ku tenê bihayê 100 gramî jê gihiştiye 700 Lîreyên Sûrî, ku dike nêzîkî dolar û nîvekî.”
Welatiyekî ji Helebê got: “Bi ser buhabûna şîr de jî, lê ev madeya girîng peyda nabe. Herwiha madeyên girîng li bazarê peyda nabin, ji wan jî bacan, xiyar û mêwe.”
Li gor zanyariyan, dorpêça Artêşa Sûriyê jiyana bêhtir ji 300 hezar kesên sivîl li rojhilatê Helebê xistiye bin metirsiyê.
Rudaw