• Sunday, 28 July 2024
logo

HEWLÊR – Karsazekî xwe kuşt

HEWLÊR – Karsazekî xwe kuşt
Li Hewlêrê xwedan şîrketekê geştiyariyê xwe kuşt. Polîsê Hewlêrê jî ragihand ku sedema xwekuştina karsaz ne diyar e.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Hewlêrê Hogir Ezîz ji Rûdawê re ragihand ku seet 23:00ê şewa 22ê Tîrmehê, li kolana Îskan a bajarê Hewlêrê, xwedanê şîrketa Sefîn a geştiyariyê yê bi navê Serdar Hesen guleyekî li sere xwe dide û xwedikuje.

Berdevkê Polîsên Hewlêrê da zanîn ku lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike û heta niha jî sedema xwekuştina Hesen ne diyar e.

Hogir Ezîz daxuyand ku ji bo zelalkirina bûyerê termê Serdar Hesen rakirine Pijişka Dadwerî ya Hewlêrê.

rudaw
Top