• Monday, 01 July 2024
logo

Şêniyên Nînevayê daxwaza herêmeke serbixwe dikin

Şêniyên Nînevayê daxwaza herêmeke serbixwe dikin
dibêjin daxwaza me daxwazeke destûriye.
Dibêjin hikûmeta navendî weke pêwîst xizmeta parêzgeha me nake.

Şêniyên parêzgeha Nînovayê û deşta Nînovayê, daxwaz dikin ku parêzgeha Nînovayê bibe herêmeke serbixwe.

Şêniyên vê parêzgehê behsa vê yekê dikin ku hikûmeta navendî di pêşkêş kirina xizmetgozariyên seretayî weke tendirostî, perwerde û awedan kirinê weke pêwîst xizmeta parêzgeha me nake lewre em dixwazin herêma me bibe herêmeke serbixwe.

Şênî qala vê yekê dikin ku daxwaza wan daxwazeke destûriye, jiber ku di destûra bingehîn ya Îraqê de di nava madeya 13an de qala vê hatiye kirin ku şêniyên parêzgehan dikarin daxwaza ava kirina herêmeke serbixwe li devera xwe bikin bi mercê ku di nava civata parêzgehê de piraniya dengan bidest bînin.
Top