• Monday, 01 July 2024
logo

Ji rayêdarên Herêma Kurdistanê peyamên Cejna Paskalyayê

Ji rayêdarên Herêma Kurdistanê peyamên Cejna Paskalyayê
Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her yekê cuda bi boneya Cejna Paskalyayê peyamên pîrozbahiyê belavkirin û ew cejin li Krîstiyanên Kurdistan û tevahiya cîhanê pîroz kirin.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Paslkayayê peyamek pîrozbahiyê arasteyî krîstiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de got: “Bi helkefta hatina Cejna Paskalyayê ygermtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwîşk û birayên Mesîhiyên li Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Hêvîdar im ev helkeft bibe sedema pêkhatina birayetî û tebayî û aramî û nemana yekcarî ya hizra teror û tundiyê. Herwiha hêvî dikim ku dawî bi êşên xwîşk û birayên Mesîhiyan û pêkhatên din ên Iraq û navçeyê de bê û hemû aliyek bi aştî û azadiyê li gel hevdu bijîn. Cejna we pîroz be û hêviya şadî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî: Mizgîniya rojên baştir e

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya hatina Cejna Paskalyayê ya Krîstiyanan peyamek a pîrozbahiyê li ser hesanê xwe yê twitterê belav kir û got: “Cejna Paskalyayê bixwe bîranîna tazebûn û vejînê ye û mizgîniya rojên baştir e.”

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Cejna Paskalyayê li hemû hemwelatiyên mesîhî yên Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim. Her çend ji par ve merasîmên Cejna Paskalyayê ji ber coronayê sînordar bûne, lê Cejna Paskalyayê bixwe bîranîna tazebûn û vejînê ye û mizgîniya rojên baştir e.”

Mesrûr Barzanî : Kultura pêkvejiyana olî sîmayeke xweş a Herêma Kurdistanê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî pîrozbahiya hatina Cejna Paskalyayê bi peyamekê li Kirîstiyanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir.

Di peyam xwe de Mesrûr Barzanî got: “Bi boneya Cejna Paskalyayê germtirîn pîrozbahiyê li xwîşk û birayên Krîstiyan ên li Herêma kurdistanê, Iraqê û cîhanê dikim. Hêvîdar im, ku Xwedê mezin dua û rojiyên wan qebûl bike û rojên cejna jî bi şad û aştiyane derbas bikin.”

Mesrûr Barzanî herwih got: “Bi vê boneya pîroz, tekeziyê li ser pêşxistin û xurtkirina kultura pêkvejiyana olî û lêborînê dikin ku sîmayeke xweş û giring a Herêma Kurdistanê ye. Hêvîdar im ku giyanê pêkejiyan, tebayî û biratiyê di navbera hemû netewe û pêkhatên olî yên cuda de bêhtir geş bibe û mirovatiyê ber bi qonaxekê ve bibe ku dûrî hemû tundrewî û êş û azaran be.”

Cejna Paskalyayê li gor baweriya Krîstiyanan, ew e roja ku pêximber Mesîh bi can û laşê xwe hilfiriya asman û gihişte cem yezdan, ev bûyer jî piştî 2 rojan ji îna gewre ya ku di wê rojê de Mesîh hate îşkence kirin.

Rudaw
Top