• Sunday, 24 November 2024
logo

Li Efganistanê jinek bi destê xesû û xezûrê xwe ve hat şewitandin

Li Efganistanê jinek bi destê xesû û xezûrê xwe ve hat şewitandin
Li Efganistanê jinekî dûcanî ya temenê xwe 14 sal, bi tometa bavê wê jinek ji malbata xesû û xezûrê wê keçê ji xwere cîhê deynê xwe de biriye, piştî îşkenceyekî zêde ji aliyê xesû û xezûrê xwe ve hate şewitandin.

Li gor zanyariyên malpera Dailymail a Brîtanyayê, jinekî dûcanî ku temenê xwe 14 sal bûye û navê wê Zara ye û xelkê wîlayeta Xul a Efganistanê ye, piştî ku ji aliyê xesû û xezûrê xwe ve îşkence lê hate kirin hate şewitandin.

Pêşketina bûyerê waha bûye: Xesû û xezûrên Zara ji Bavê Zara re deyndar bûn û biryar buye di cîha wî deynî de keçekî kesûkarên xwe bidin bavê Zara. Lê piştre dem ser derbasbûye û bavê Zara jî çûye keçek ji wan biriye.

Xesû û Xezûrê Zara jî, ji bo tolhildin ji bavê Zara, bûka xwe şewitandine.

Bavê Zara doz li dijî xesû û xezûrê keça xwe vekir û li gel çend kesên din li pêş wezareta dadê ya Efganistanê li Kabulê nerazîbûn nîşanda û daxwaza dadgehkirina wan tometbaran kir.

Basnews
Top