• Monday, 01 July 2024
logo

Îbrahîm Guçlu: PKKê biryara kuştina min daye

Îbrahîm Guçlu: PKKê biryara kuştina min daye
Roja înê 02.04.2021ê nivîskar, parêzer û siyasetmedarê naskirî yê kurd li Bakurê Kurdistanê Îbrahîm Guçlu raghand wî agahdarî wergirt ku PKKê careke din biryara kuştina wî daye.

Îbrahim Guçlu ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand PKKê biryara kuştina wî daye û ew plana PKKê aşkere bûye. Di peywendiyeke telefonî de Îbrahîm Guçlu derbarê biryara PKKê ya li kuştina wî de ji BasNewsê re axivî û got: ''Li gor agahdarîya fermî, li Enqereyê, ji bona PKKê operasyonek pêk hatîye. Di wê operasyonê de kesên hatine girtin, di lêpirsînê de axivîne û di hemandem de, belgeyek destnivîs jî li cem wan hatîye girtin. Gor agahdarîyê dîyar e ku PKKê piştî qampanyaya me ya di derbarê kiryarên PKKê li Dewleta Federe ya Kurdistanê meşand, hatîye girtin. Wek tê zanîn û di çapemenîya Başûrê Kurdistanê de jî gelek bi firehî cîh girt,em çûn Dewleta Federe ya Kurdistanê.Me wek heyetekê, li ser navê 400 rewşenbîr, siyasetmedar, hiqûqzane, aqedemîsyen, karmend, nivîskar û hunermendên kurd yên li hemû dinyayê bi Meclîs û Hikûmeta Kurdistyanê û Serokatîya Kurdistanê ve danûstandin kir. Diyar e ku vê yeka, di PKKê de hejandin çêkiriye, ku biryara kûştina min daye. Li gor agehdarîyê: Kesê min bikûje hatîye diyar kirin. Kesê min bişopîne û keşif bike jî hatîye tespît kirin. Emnîyeta dewletê, ew kesan tespît kirine, lê ew kesan nehatine girtin.'''

Cihê behsê ye beriya bi çend caran jî PKKê gefa kuştinê li Ibrahîm Guçlu û çend rewşenbîr û siyasetmedarên kurd li Bakurê Kurdistanê xwaribû.

Basnews
Top