• Monday, 01 July 2024
logo

Hiqûqnas: Doza girtina HDPê diyariyek e bo MHPê

Hiqûqnas: Doza girtina HDPê diyariyek e bo MHPê
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn ango dadgeha bilind îdianameya girtina HDP li serdozgeriyê vegerand, nîqaşeke nû û pir alî destpê kir. Dozger pêwendiyên HDP bi PKK û Ocalan re li xwe digire lê ger HDP danûstandinên wê demê ku li ser daxwaza desthilatê hatine kirin bixe nava dozê wê demê mijar ji radeya xwe derdikeve û egeriyekê li xwe digire ku veguheze krîzeke sîstemê.

Dadgeha Destûra Bilind dosyaya girtina HDPê bi hinceta ku ji hêla teknîkî ve ne temam e li serdozgerê amadekar vegerand. Wate delîl û îdiayên ku li dosyayê hatine bicîkirin ji hêla naverok û şiklî ve têrawê nAKin da doz bê vekirin.

Li gor nêrînekê Dadgeha Bilind ji ber biryarên xwe yên berê û peymanên navdewletî ne alîgirê girtina HDP ye.

Lê li gor nêrînekê jî ew îdianame bi lezûbez, rojek berî kongreya MHP hatiye şandin û dozger ew weke diyariyekê bo MHP amade kiriye. Ji ber ku herî zêde MHP dixwaze HDP bê girtin. Lê diyar e biryar çi dibe bila bibe, ew mijar dê bibe sedema krîzeke hiquqî û dawerî.

Turgut Kazan, Hiqûqnas û Serokê Baroya Stenbolê yê Berê, dibêje, “Serokê partiyekê bi israr radibe dibêje ez îllahî dixwazim HDP bê girtin. Heman rojê îddianame bo dadgehê tê şandin û roja din kongre heye. Ew nîşaneya wê ye ku ji bo wê partiyê ew îdianame hatiye diyarîkirin. Eşkereye ku di îdianameyê de pêwendiyên HDP û PKK bi avayekî pêwîst nehatine diyarkirin. Em niha nikarin bêjin ku dadgeha desturî bêalî ye û her ku diçe ji dadgeheke bêalî ya desturî derdikeve. Ji bo vê meriv nikare texmîn bike bê ka dê biryarek çawa derkeve. Lê ez di wê baweriyê de me ku dadgeh dê pabendî azadiyan bibe û daxwaza girtina HDP red bike.”

Di sala 2015nan de AK Partiyê bi teklîfekê xwestibû girtina partiyên siyasî ji holê rabe û girtina partiyan pêkan nebe. Ew weke qanûn hatibû qebûlkirin. Niha tevî vê qanûnê tê xwestin HDP bê girtin.

Beşeke zêdê ji AK Partiyê jî ne qayîl e HDP bê girtin. Ger dadgeh biryara girtinê bide jî, ew biryar li gor qanûna heyî divê li parlementoyê jî bê pesendkirin. Lê wê demê tenê MHP, beşek ji İYİ Partî û beşek biçûk ji AK Partiyê dimîne ku dixwazin HDP bê girtin.

Lê li gor aritmetîka parlamenê dengên wan têrî girtinê nAKin. Di vir de mesele ji krîza dadwerî jî derdikeve û dibe krîzeke siyasî jî. Li gor nîrenek hiqûqnasan ew herdû krîz dê rê nedin ku HDP bê girtin.

Mehmet Durakoglu, Serokê Baroya Stenbolê, dibêje, “Di demeke wisa de ku ji xwe rewşa dadwerî hatiye seqetkirin, partiyên siaysî bê rawest givaşan li dadgehên bilind jî dikin. Bi taybetî desthilat vê yekê dike û pirsgirêkên cidî yên dadwerî hene. Ew jî dike ku bêalîbûna dadwerî têk biçe. Ji xwe rewşa dadwerî hatiye wêrankirin û ew rewş jî dê kêşe û problemên mezintir û cidîtir bi xwe re bîne.”

Piştî ku îdinama li amadekarê wê hate vegerandin tê payîn ku kêmasiyên wê bêne dagirtin û careke din ji bo dadgehê bê şandin. Bo vê yekê demeke diyarkirî nîn e. Egerek heye ku ew dem li ser daxwaza AK Partiyê dirêj bibe û bê te rawestandin jî. Lê eger careke din li dadgehê vegere û dadgeh biryara vekirina dozê bide a wê demê pêvajoyeke nû ya krîzan destpê dike.

Di dosyaya heyî de pêwendiyên dema proseya çareseriya pirsa Kurd zelal nîn in. Eger ew tê de cih bigirin wê demê hikumeta 2014an jî tometbar dibe.

Rudaw
Top