• Monday, 01 July 2024
logo

Kiliçdaroglu: Serokê Parlamentoyê bi fermanên Erdogan kar dike

Kiliçdaroglu: Serokê Parlamentoyê bi fermanên Erdogan kar dike
Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li Enqerê di serdana pêşangehekê de got “parlamentoya Tirkiyê di bin serweriya Erdogan de ye û Serokê Parlamnetoyê jî tenê fermanên ku ji Erdogan werdigre bicîh dike û bi vî awayî jî li parlamentoyê yasa têne binpêkirin.”

Li Enqerê pêşangehekî hunerî hatibû vekirin û serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî serdana wê pêşangehê kir. Kiliçdaroglu Piştî serdana xwe di kongreyekî rojnamevaniyê de behsa aloziyên li parlemena Tirkiyê kir û rexneyên tund arasteyî serokê parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop kirin.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje, parlemena Tirkiyê di bin serweriya Erdogan de ye û Serokê Parlemenê jî tenê fermanên ku ji Erdogan werdigre bicîh dike û bi vî awayî jî li parlemenê yasa têne binpêkirin. Kiliçdaroglu diyar jî kir ku niha serokê parlemenê tenê ketiye derdê kursiya xwe û guh nade yasa û rêzikên li nava parlemenê, ji ber ku xwe weke deyndarê Erdogan dibîne.

Kiliçadaroglu rexneyên bi vî rengî li serokê Parlamentoya Tirkiyê kir û got “Yasa û rêzikên navxwe têne binpêkirin û karûbarên parlemenê têne astengkirin. Piştî ku yasa têne binpêkirin jî, di çarçoveya talîmatên ku ji qesrê tên, karûbar têne birêvebirin. Yasaya ku divê piştî saleke din bikeve rojeva parlemenê, careke din germ dikin û parlemenê li ser dicivînin.”

Serokê CHP di berdewamiya rexneyên xwe de bal kişan d ser bandora Erdogan ya li ser parlamnetoyê û wiha ragihand “Ev jî tê wê wateyê ku dibêje, ez kengî bixwazim dikarim destûra bingehîn binpê bikim, kengî bixwazim guhertinan tê de bikim, ji ber ku ez serokê parlemenê me û sedema wê yekê ku ez bûme serokê parlamenê jî ew e ku ez kursiya xwe deyndarê birêz Erdogan im û eger talîmatek ji aliyê Erdogan ve bê, ezê bicîh bikim, ku Erdogan ji min re bibêje bimre ezê bimrim û ku bibêje bimîne jî ezê bimînim.

Jixwe li parlamentoyê grûpekî cidî ya Erdogan heye, jixwe hemû jî parlementerên qesra Erdogan in. Dema ku Erdogan ji wan re bibêje destê xwe rakin, dest radikin, dema ku bêje destê xwe deynin jî, destê xwe datînin. Ji ber vê yekê jî ew ti caran bi naveroka wan yasayan nafikirin ku dixin rojeva parlemenê.” Parlemena Tirkiyê niha di bin serweriya wan de ye û di ti demên darbeyê jî parlemen wiha lê nehatiye. Ku eger serokê parlemenê li şûna ku li ser xwe bifikire, rabe gefan li parlementerên din bixwe, tiştekî hêjayî wî postî û giraniya parlemenê nîn e.”

Rudaw
Top