Li Rojavayê Kurdistanê 152 kesên din bi Koronayê ketin
![Li Rojavayê Kurdistanê 152 kesên din bi Koronayê ketin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/87779987898787.jpg )
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 152 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 36 kes li Hesekê, 54 kes li Qamişlo, 31 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 16 kes li Reqayê, 1 kes li Tebqayê, 1 kes li Rimêlan, 1 kes li Kampa Holê, 7 kes jî li Amûdê ne.
Herwiha hat eşkerekirin ku 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 10331 kesan, ji wan 1326 kes baş bûne û 385 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
K24