• Monday, 01 July 2024
logo

Amerîka û Îran dest bi hevdîtinên nerasterast dikin

Amerîka û Îran dest bi hevdîtinên nerasterast dikin
Amerîka û Îran hefteya bê derbarê çawaniya vegera bo rêkeftina etomî de dest bi hevdîtinên nerasterast dikin.

Li gor zanyariyan Amerîka Îran hefteya bê li Viyanaya paytexta Nemsayê dê dest bi hevdîtinan bikin li ser rêkeftina etomî û hemû aliyên rêkeftinê dê cihê xwe di civînê de bigirin, jibilî Amerîka û Îranê û peywendiyeke rasterast dê navbera herdu dewletan de nebe.

Mijara sereke ya wê civînê rêkeftina etomî ye ku Amerîka jê vekişiya bû û li gor zanyariyan herdu alî dê bi rêya navbeynkaran dê gotûbêjê li ser pêngavên vegera bo rêkeftinê bikin.

Li gor zanyariyên çavkaniyên ku ji rojnameya New York Timesê re axivîne, li hember ku Îran pabendî rêkeftin û sozên xwe be, di rojevê de ye ku Amerîka jî ambargoya li ser wî welatî rake.

Ev pêngava ji bo cîbicîkirina rêkeftina etomî ya sala 2015an, wek hewldaneke ciddî û girîng ji bo aramkirina alozî û girjiyên di navbera herdu welatan de tê dîtin.

Hevdêtîna li Viyanayê, dê ciddîtirîn biryar û pêngav be ku piştî destbikarbûna Joe Biden wek Serokê Amerîkayê di navbera Washington û Tehranê de hatiye avêtin.

Amerîka sala 2018an ku wê demê Donald Trump serokê wî welatî bû, ji rêkeftina etomî vekişiyabû û dest bi sepandina cezayan bi ser Îranê de kiribû.

Li hember vê biryara Donald Trump, Îranê jî pêngav bi pêngav dest ji sozên xwe yên ku di çarçova rêkeftinê de dabûn, berda bû.

Rudaw
Top