• Monday, 01 July 2024
logo

Aktîvîsta Kurd Dr. Nemam Xefûrî ji ber koronayê koça dawî kir

Aktîvîsta Kurd Dr. Nemam Xefûrî ji ber koronayê koça dawî kir
Aktîvîsta Kurd Dr. Nemam Xefûrî ku weke xwebexş, gellek alîkrî ji xelkê Kobanî, Efrînê û Şingalê re pêkêş kiribû û hîn jî dikir, li Şingalê tûşî vîrûsa koronayê bû û di 50 saliya xwe de, li welatê Swêdê jiyana xwe ji dest da.

Piştî êrîşa rêxistina DAIŞê li ser Şingalê û Kobanî, Dr. Neman Xefûrî ku ji xelkê devera Koye ya Başûrê Kurdistanê ye û regeznameya Swêdî pê re, yekser berê xwe dabû Herêma Kurdistanê û di gelek waran de alîkariya jinên Şingalê kiribû û heta rojên dawiya jiyana xwe, li ser wan alîkariyan berdewam bû.

Herwiha Dr. Nemam Xeforî, ku xwebexş li gel Rêxistineke Pizîşkên Swêdî karên mirovî dikirin, di dema êrîşa DAIŞê de li ser Kobanî, hem alîkariya xelkê Kobanî û Efrînê li Bakurê Kurdistanê kiribû, û hem jî çend seredana Kobanî kiribû û alîkarî pêşkêş kiribûn.

Di cejna Newrozê de, Dr. Neman Xefûrî li Şingalê bi koronayê ketibû, piştre bo welatê Swêde hatibû veguhistin û doh roja Pêncşemê di 1ê Nîsanê de, koça dawiyê kir.

Dr. Nemam Xefûrî di sala 1971ê de, li Koye li Herêma Kurdistanê ji dayik bûye û di 1ê Nîsana 2021ê de, di 50 saliya xwe de li welatê Swêdê jiyana xwe ji dest da.

Rudaw
Top