Mesrûr Barzanî bi Berpirsê Desteya Siyasî yê Tevgera Sedir re pêwendiyeke telefonî encam da
![Mesrûr Barzanî bi Berpirsê Desteya Siyasî yê Tevgera Sedir re pêwendiyeke telefonî encam da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/888787.jpg )
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de spasiya piştgiriya serkirdayetiya Tevgera Sedir ji bo derbaskirina yasaya budceya federal a Iraqê kir.
Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku derbaskirina vê yasayê, bibe hewlek ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyên di navbera Hikûmeta Fedral û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûrê.