• Friday, 29 November 2024
logo

Termê 4 penaberên Rojava ji bo Herema Kurdistanê hatin vegerandin

Termê 4 penaberên Rojava ji bo Herema Kurdistanê hatin vegerandin
Termê 4 penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Kirwatiyayê di bûyereke trafîkê jiyana xwe ji dest dabûn, derengî şeva derbasbûyî gihişt balafirxaneya navdeweltî ya Hewlêrê.

Termê her 4 penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Kirwatiyayê di bûyereke trafîkê jiyana xwe ji dest dabûn, derengê şeva derbasbûyî bo Herema Kurdistanê hatin vegerendin.

Cenazeyê kesê bi navê Adil Reid her dûh derengiya şeva debasbûyî li Hewlêrê hat veşartin. Îro demijmêr 8 sibeha cenzaeyê Kesê bi navê Mihemed Omer li Silêmaniyê tê veşartin.

Wê cenazeyên kesên bi navê Îbrahîm Sexîr, Mihemed Erfo bi rêya deriyê Pêşabûrê - Sêmalka vegerin Rojavayê Kurdistanê û wê li Dirbêsiyê û Dêrîkê werin veşartin,

Piştî bûyera Trafîkê ya kamyonekê li Kirwatiyayê, 4 penberên ji Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 20 penaberan jî birîndar bibûn.

Piştî banga alîkariyê ya malbatên wan penaberan, bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da, ku cenazeyên wan li ser erkê xwe ji bo Başûr û Rojavayê Kurdistanê vegerîne.

Rudaw
Top