• Monday, 01 July 2024
logo

Ehmed Sefar: Pêdagiriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên Iraqî neçarî lihevkirinê kir

Ehmed Sefar: Pêdagiriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên Iraqî neçarî lihevkirinê kir
Biryarderê Lîjneya Darayî ya Parlementoya Iraqê Ehmed Sefar ragihand rdijbûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûye sedem ku aliyên Iraqê neçarî lihevkirinê bibin.

Ehmed Sefar ji Kurdistan24ê re axiviye û aşkere kiriye rijdbûn û tundibûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bûye sedem aliyên Iraqî vegerin ser rêkeftinê. Herwiha ji ber wê ye budceya giştî ya sala 2021ê hatiye pesendkirin. Ehmed Sefar amaje bi wê yekê jî dike û dibêje hewleke din a Mesrûr Barzanî jî parastina qewareya Herêma Kurdistanê ye bi awayê yekgirtî.

Cihê behsê ye beriya budceya giştî were pesend kirin çend hewl hatin dayîn ku Herêma Kurdistanê were dabeşkirin û Iraq jî weke parêzgehên din ê Iraqê serederiyê ligel parêzgehên Herêma Kurdistanê bike. Ev jî dibû sedema jinavçûna hemû destkeft û qewareya Herêma Kurdistanê.

Herwiha Ehmed Sefar li ser vê pirsê jî dibêje aliyên Iraqê dixwestin Herêma Kurdistanê têxin sepandinan û daxwazên xwe bi Herêma Kurdistanê bidin qebûlkirin. Lêbelê Serokwezîr Mesrûr Barzanî rijd bû li ser parastina mafên xelkê Herêma Kurdistanê li gor destûrê û aliyên Iraqî jî neçar bûn ku mafên Herêma Kurdistanê qebûl bikin.

Ehmed Sefar pesendkirina budceya sala 2021ê û weke destkefteke girîng a Herêma Kurdistanê wesif kir û tê de da zanîn, ligor rêkeftina Iraqê û Herêma Kurdistanê mafê Herêma Kurdistanê heye nefta xwe bifiroşe û beriya rêkeftinê Iraqê daxwaza hemû dosyaya neftê ji Herêma Kurdistanê dikir.

Basnews
Top