Mesûd Heyder behsa rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike
![Mesûd Heyder behsa rola Serokwezîr Mesrûr Barzanî dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/86a0d58cf5465345ebc49bb62d04af16_L.jpg )
Mesûd Heyder ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Facebookê derbarê pesendkirina budceya sala 2021ê ya Iraqê de wiha nivîsand: ‘’Derbaskirina yasaya budceya sala 2021ê helmeteke erênî ye ji bo pêkanîna zemîneya siyasî û gotûbêjkirin û çareserkirina kêşeyan cîbicîkirina sîstema federal a Iraqê û çareserkirina kêşeyên destûrî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda, herweha çespandinîa binemaya şîrîkatî û yeksanîyê.’’
Herwiha Mesûd Heyder dibêje çareseriya kêşeyên Iraqê li Bexdayê dest pê dike û encax ew kêşe bi cîbicîbûna sîstema federal werin çareserkirin.
Herwiha Mesûd Heyder dûpat jî kir derbaskirina yasaya budceya sala 2021ê ya Iraqê encama kare hevbeş û hemû fraksiyonên Iraqê û Kurdistanê bûye. Herwiha rola şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya yekser û berdewamî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hebû ji bo vekirina girêkan.
Mesûd Heyder behsa tekeziya Mesrûr Barzanî ji bo parastina mafên gele Kurdistanê û çespendina mafên xelkê Herêma Kurdistanê di destûra Iraqê de.
Basnews