Cerbandinên Koronayê belaş dibin
![Cerbandinên Koronayê belaş dibin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/wazarati_tandrusti.jpg )
Li cerbandingehên taybet de jî gelek bi erzanî tênkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê belav kiriye ku ji niha û pêde cerbandinên taybet yên bo Koronayê li tevahiya cerbandingeh û navendên tendirostî yên hikûmeta Kurdistanê bo tevahiya welatiyan belaş dibin.
Wezareta tendirostî herwiha diyar kiriye ku li navendên tendirostî û cerbandingehên ser bi kerta taybet de jî cerbandinên taybet bi Koronayê bo welatiyan tên kirin lê pereyeke gelek kêm ji welatiyan tê wergirtin.